Hejmara penaberan her diçe kêmtir dibe an zêdetir?

Li gorî ragihandina çapemeniya navneteweyî her diçe hejmara penaberên ku bi qaçaxî derbasî Yonanîstanê dibin kêmtir dibe, piştî girêbesta 20ê Adarê ya ku di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de hate îmzekirin.

K24 – Stanbol

Li gorî ragihandina çapemeniya navneteweyî her diçe hejmara penaberên ku bi qaçaxî derbasî Yonanîstanê dibin kêmtir dibe, piştî girêbesta 20ê Adarê ya ku di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de hate îmzekirin.

Hate ragihandin, hejmara penaberan ya rojane ji 930 kesî dakete 78 kesan, piştî peymana 20ê Adarê ya ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hate îmzekirin, ku ew penaber bi riya deryayê ji Îzmîrê derbasî Yonanîstanê dibûn.

Li gorî ragihandina polîsê ji lijneya penaberan berpirsiyar yê Yonanîstanê, hejmara penaberên ku di nava hefteyekê de derbasî giravan dibûn ya berî peymanê, 3 hezar û 85 kes bûye. Ev hejmar di hefteya dawîn ya meha Adarê de ku bi rêya qaçaxî derbas bûne daketiye 292 kesan.

Bi boçûna karbidestên Yonanistanê û rêveberên dezgehên xêrxwaziyê yên navneteweyî hîn zû ye ku mirov kêmbûna hejmara wan penaberan ku diçin Yonanistanê û kêmbûna qaçaxiyan mirovan bi wê peymanê ve girêbide, ku 20 Adarê di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de hate danîn.

Hiqûqnas û Aktîvîstê Mafê Mirovan Salîh Efe ji K24ê re axivî û got: "Ji bilî metirsiya mafên mirovan, armanca sereke ya Ewropayê ew e ku xwe ji hicûma penaberan biparêze. Li hemberî hicûma penaberan Ewropa dixwaze Tirkiye bike wekî herêmeke tampon. Ewropa û NATO jî peywirdar kir digel ku ev rayeya wê nîn e. Gava em li peymanê dinerin, hin krîterên baş yên mirovî hene, lê belê di pratîkê de em vê nabînin. Ez di metirsiya wê yekê de me ku di warê mafên mirovan de binpêkirin dê pêk werin."

Hejmara wan penaberên ku di ser Tirkiyê re li giravên Egeyê bi cih bûne jî hate eşkerekirin. Li gorî ragihandina fermî ya Lijneya Koordînasyona Qeyaranê Ya Bo Penaberan, bi giştî ji hefteya dawîn ya meha Adarê pêve hejmara fermî ya penaberên ku derbasî Yonanîstanê bûne 50 hezar û 236 kes in.

Hiqûqnas û Aktîvîstê Mafê Mirovan Doç. Dr. Levent Korkut jî got: “Tê gotin ku ber bi kêmbûnê ve diçe. Em dikarin bêjin di demên dawî de kontrol zêdetir bûne, li seranserî xeta Egeyê. Lê belê hêj zûye ku em bêjin ev serkeftîbûna peymanê ye. Ji bo em serkeftîbûna vê peymanê bibînin pêwîst em ji bo dema dirêj binirxînin.”

Li ser kêmbûna hejmara penaberan îdiayeke din heye ku ew jî li Tirkiyê tê nîqaş kirin. Li gorî vê îdiayê piştî ku Tirkiyê biryara vizeyê wergirtiye û bi kar anîna wê ferz kiriye li ser wan penaberên welatiyên Sûrî ku di ser welatên wekî Ûrdin û Lubnanê re derbasî Tirkiyê dibin tesîreke mezin li kêmbûna hejmara penaberan kiriye.