Wezareta Derve ya Rosyayê: Aştî û aramnc li Surayayê bê Kurd nabin.
K24- Mosko:
Gotebêja Wezreta Dereve ya Rosyayl ragehand: Her karek bêy Kurd li Suryayê bihê encamdan, aştî û aramancan bicih nahîne.
Di kongireyek a rojanamevanî ya heftane de, Wezaret a Derve ya Rosyayê, ku li Mosko bi rêve çû di bersiva pirsyarek a Kurdistan 24 de li ser helwêst a Rosyayê li ser redkirin a nexşerê ya Stîvan Demistora, hinartî yê Netewe yên Hevgirtî bo Surayayê ji alîyê partî yê Kurdî yê Rojava ya Kurdistanê, Marîya Zaxarova, gotebêj a Wezreta Derve ya Rosyayê ragehand: Her karek bêy nwênerînî ya Kurd li Suryayê bihê encamdan, çareserî ya aştîyane û armanc ên xwe bi cih nahîne.
Marîya Zaxarova got jî: Nabe girûp ên cuda yên Surayayê bihên istfzarkirin, bo wan pêngav ên hatine havêjtin bo fidralîyê û mijar ên din, belku niha pêdivîye pirose ya sîyasî carek a din bihê karakirin.
Amaje bi wê yekê jî kir: Ew a niha dibêjim, me tim gotîye û rûbirû em li gel wan axivtine, belê ji hemûyê giringtir ewe ku hevkar ên me ji evê yekê telgehijtine, her karek bêy nwênerînî ya Kurd bihê encamdan, çareserî ya aştîyane û ramanc a xwe bi cih nahîne li Suryayê.
Ev di demekê de ye, heftî ya bûrî partî yên sîyasî yê Rojava ya Kurdistanê ragehandin: Nexşerê ya Stîvan Dîmistora, hinartî yê Netewe Yên Hevgirtî bo Surayayê red dikin, çunku di vê nexşerêyê de gel ê Kurd wek neteweyek ê serekî nehatîye berçavkirin.