Emrîka hêz ên xwe yên taybet li Suryayê dê zêde bike.

Berpirs ên Emerîkayî bi ajans a Royterz ragehandin ku rêvebrî ya Emerîkayê vekolînê dikin li ser pilanekê bo zêdekirin a Hêz ên Tyabet ên Emerîkayî li Surayê.bi evê pêngavê çav ên Emerîkayê li wê yekê ye lezê bike ji wan destkevt ên ku bi vê dawîyê bi dest hatine li dijî Daişê.

K24- Hewlêr:

Berpirs ên Emerîkayî bi ajans a Royterz ragehandin ku rêvebrî ya Emerîkayê vekolînê dikin li ser pilanekê bo zêdekirin a Hêz ên Tyabet ên Emerîkayî li Surayê.bi evê pêngavê  çav ên Emerîkayê li wê yekê ye lezê bike ji wan destkevt ên ku bi vê dawîyê bi dest hatine li dijî Daişê.

Ew berpirs ên Emerîkayî ewên rasterast haydarin li vê pêşnîyazê, nevîyan xuya bikin ev zêdekirne bi duristî çende, lê yek ji wan got: Ev pêngav dê hijmar a Yeke ya Hêz ên Taybet ên Emerîkayê gelelk mezintir bike ji ewa nih aheye li Suryayê, ku hijmar a wan nêzîkî 50 serbazan e û bêtir wek rawêjkar kar dikin dûr ji xêç ên rûbirûbûnê.

Ev pêşnîyaz yeke ji wan bijartin ên dihê amadekirin bo serok Obama y ku di heman dem de vekolînê li ser zêdekirin a hêz ên Emerîkayî li Îraqê dike. Gotebêj a Koçk a Sipî jî qibûl nekir hîç pilînekê li ser evê yekê bide.

Weha dîyare ev pêşnîyaz nîşane ya zêdebûna bawerîyê ye bi şîyan a wan hêzên ku Emerîka piştîvanî ya wan dike li Surya û Îraqê bo vegerndin ew erd ên Daişê dagîrkirî.

Daişê kontirol a bajar ê Mûsil li Îraqê û Reqe liSuryayê kirîye û çespand ku gefek a bi hêze li derve jî, piştî ku berpirsînî ya xwe nîşan da ji wan hêriş ên hatîne encamdan li Parîş û Biroksilê.

Lê nîşan yên kevtin Daişê roj bi roj zêde dibe û berpis ên Emerîkayî  dibêjin: Daiş di şerr de li hember ew hêz a komkirî li dijî wê, di dorre,  li Îraqê li Kanûn a Yekê ya ev sal, Rûmadî ji dest da li Rojava ya Îraqê. LI Surayayê jî hikumet a Suryayê bi piştîvanî ya hêz ên Rosyayê Daiş li bajar ê Tedmur derxistin.

Herweha berpirs ên Emerîkayî ragehandin: Ji wê dem ê ve ku ew hêz ên bi piştîvanî ya Emerîkayê bajarok a Şedadîye ya Suryayê di dawî ya Subat a bûrî hatî vegerandin ji dest Daişê, gelek ji çekdar ên Ereb li Suryayê daxwaz dikin bikevin di şerr de li dijî Daişê.

Herweha hêz ên Emerîkayî serkevtin ên din bi dest xwe ve hînan bi ji navbirin a serkirde yên bala yê Daişê û hêriş ên asmanî yê wê di heftî yên bûrç de bpû eger a kuştin a serkirdeyekî  mezin ê  Daişê bi nav ê Ebdûlrehman  Elqadulî û serkirdeyekî dî yê Daişê ku Wezîr ê Şerr bû û nav ê wî Ebû Ûmer Çîçanî bû.Emerîka  di Kanûn a Yekê de ragehandibû ku wan hêzek a nû ji hêz ên Kirok ên Taybet bo Îraqê şandîye bi mebest a encamdan a hêriş ên asmanî dijî Daişê li wir û li Suryayê. Ev jî piştî wê hatibû ku li Çirya Yekê ragehandibû,  bi dehan serbaz ên hêz ên Emerîkayî yên taybet dê bihên şandin bo Suray, daku bibin yekem hêz ên hişkayî ya Emerîkayê li Suryayê.