Bi eger a şerr ê PKK û Turkîyayê, 100 gund li dever a Sîdekan hatine çolkirin

Li gor amar a rêvberî ya nahye ya Sîdekan, bi eger a şerr û partî ya karker ên Kurdistan(PKK)yê û Turkîyayê li dever ên sinûrî yên Başûr a Kurdistanê û burdûman û topbaran a Turkîyayê bo ser deverê, heya niha 100 gund ên ser bi sinûr ê Nahye ya Sîdekan hatîne çolkirin.

Li gor amar a rêvberî ya nahye ya Sîdekan, bi eger a şerr û partî ya karker ên Kurdistan(PKK)yê û Turkîyayê li dever ên sinûrî yên Başûr a Kurdistanê û burdûman û topbaran a Turkîyayê bo ser deverê, heya niha 100 gund ên ser bi sinûr ê Nahye ya Sîdekan hatîne çolkirin.

Di hevpeyvînek a taybet de bo Bo Kurdistan 24, Karwan Kerîmxan, rêvebr ê Nahye ya Sîdekan ragehand: Bi eger a şerrê  di navber a PKK û Turkîyayê û burdûman û topbaran a dever ên sinûrî ji alî yê Turkîyayê ve, 100 gund ên sinûr ê Sîdekan ser bi qeza ya Soran li Başûr a Kurdistanê, hatîne çolkirin.

Got jî: Me alî yên peywendar û serve yê xwe agahdarkirîne ji vê arîşeyê, lê çunku me peywendî yên fermî li gel PKKyê nîye, lew em naçarîn bi rê ya hevwelatîyan ve axivtinli gel PKKyê bihê kirin, daku nêzêkî dever ên sîvîl û gundan nebin û bûyer ên nexwazte çê nebin.

Hevwelatîyek a Gundnişîn li dever a Sîdekan bi nav ê Gul Elî bi Kurdistan24 ragehand:  Heya niha pênc caran firokeyan gond ê me burdûman kirîne û kesek bi nav ê Mam Silêman canê xwe ji dest daye, ji bilî evê yekê jî malat ên me ji navçûne û me 12 caran gund çol kirîye.

Zûbêr Ehmed hevwelatîyek ê dî yê deverê ye dibêje: Me daxwaz ji PKKyê kirîye ji gund dûr bikevin û arîşe yên me bi wan re nîne ew jî wek me Kurdin, lê pêdivîye ji nav xelkê dûr bikevin.

Ew dihê nav gund û firoke yên Turkîyayê jî gund burdûman dikin, ev axivtin ên gundnişînek dî ye bi nav ê Salih Ehmed, amaje bi wê yekê kir: Ku ev li gund çe dibe jin û zarûzêç ditirsin û naçar dibîn gund çol bikin.

Nahîye ya Sîdekan dikeve bakur a rojhilat a parêzgar ê Hewlêr û sêgoşe ya sinûr ê destkirî di navber a her sê parçeyan de. Dever ji 250 gundan pêkhatîye, di çend sal ên bûrî de bi eger aşerr ê PKK û Turkîyayê gelek zîyan bi wan kevtîye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/245680c4-5521-484c-97f4-fa9699757734/pkk%20sidekan.ism/manifest