Qoser: Di êrîşekê de penaberekî Sûrî hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê navçeya Qoserê teqînek rû da di encamê de welatiyek canê xwe ji dest da 11 kes jî birîndar bûn.
Duh derengê şevê li bajarê Mêrdînê navçeya Qoserê li dijî Avahiya Leşkeriyê bi wesaîteka bombebarkirî êrîşek pêk hat. Dengê teqînê li hemû navçeyê bi dijwarî hate bihîstin û penaberek Surî ku li nêzikê cihê bûyerê bû canê xwe ji dest da. Her wiha 3 zarok 2 leşker bi giştî 11 kes birîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneyên Qoser û Mêrdînê hatin vegûhestin. Piştî êrîşê hêzên ewlekariyê bergiriyên mezin sitandin û ji bo girtina gûmanbaran dest bi operasyonê kirin.