Derwêş ji Serok Barzanî hêvî dike civateke Kurdî çê bike
K24 – Silêmanî
Sekirterê Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPK-S) bangewaza Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kir, bo yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Sekirterê PDPK-Sê Ebdilhemîd Hec Derwêş, di hevpeyvînekê digel K24ê de ragihand ku, ew hêvî dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê civîneke Kurdî ji partî û kesayetên Kurdên Sûriyê çê bike, bo şandeke Kurdî bişîne Cenêvê.
Derwêş amaje kir, heger hemû Kurdên Sûriyê lihev nekin, dê ziyaneke dîrokî ya mezin bidin û got: “Niha dengê Esed Zuibî, Eta Kamil, Kemal Lebwanî, dengine xirab derdikevin, da ku cihê Kurdan nemîne.”
Derwêş diyar kir jî, ku ew û hemû aliyên din jî, dê li aliyê Serokê Herêma Kurdistanê bin.