Gelo ji dijmin dibe heval?

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê, bi hevkariya dam û dezgeha raman û lêkolinê ya USAKê û British Instituteyê konferansek derbarê salên 1914 û 1952an de tekîliyên Tirkiye û Brîtanyayê hat li dar xistin. Di konferansê de li ser mijara prosesa “Ji dijminatiyê ber bi dostaniyê” hate rawestandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2e7ba600-ef9d-43f3-bef4-c5c503584e18/Britanya-Tirkiye-Ankara.ism/manifest

K24 – Enqere

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê, bi hevkariya dam û dezgeha raman û lêkolinê ya USAKê û British Instituteyê konferansek derbarê salên 1914 û 1952an de tekîliyên Tirkiye û Brîtanyayê hat li dar xistin. Di konferansê de li ser mijara prosesa “Ji dijminatiyê ber bi dostaniyê hate rawestandin.

Tirkiye û Brîtanya di dîrokê de wek dû welatên dijmin tên nirxandin. Tirkiye di serdema Dewleta Osmanî de bûbû wekî koloniya Brîtanyayê. Herwiha Brîtanyayê di Şerê Cihanê yê Yekemîn de hin xakên Dewleta Osmanî dagir kiribû û bûbû sedema parçebûna xaka wê. Bo mînak Iraq ji wan welatan yek bû, ku ji bo Osmaniyan cihekê gelek giring bû.

Siyasetnasê Zanîngeha Yaleyê Dr. Camille Cole, di ser Iraqê re tekîliyên Tirkiye û Brîtanyayê rave kir û got: “Verberhînerên Brîtanyayî, di wan salan de li Iraqê kar û barên verberhênanê dikirin û li aliyê din jî Brîntanyayê Koloniyên xwe zêdetir dikir. Ev yek ji aliyê Dewleta Osmanî ve nedihate qebûlkirin. Loma her du welat, ji bo Iraqê ketibûne nava qayişkêşaneke mezin.”

Siltan Abdulhamît ji bo ku Dewleta Osmanî parçe nebe, bi riya fikrê panîslamê dixwest ku ji nûve aramiya welatê xwe saz bike.

Siyasetnasê Zanîngeha Grazê Dr. Pîro Rexhepî jî li ser vê mijarê axivî û bal kişand ser polîtîkayên panîslamê ku ji bo yekparebûna xaka xwe ya ji Arnawutê heta Hîndistanê biparêze. Rexhepî got jî: “Panîslam, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de wekî rêbazeke polîtîk bû. Dewleta Osmanî jî ji bo ku xaka xwe ji dest nexe li dijî welatên din ev polîtîka bi kar anî û dixwest bi vê riyê careke din yekîtiya welatên xwe ava bike.“

Jon Tirk, tevgereke siyasî ye ku di dîroka Osmaniyan de ji aliyê modernizmê ve xebatên xwe kirine.

Balyoz Altay Cengîzer jî li ser polîtîkayên derbarê Brîtanyayê yên di serdema Jon Tirkan de rawestiya û wiha got: “Tekîliyên Dewleta Osmanî û Brîtanyayê di wê demê de di asta dijminatiyê de bûn. Jon Tirkan jî dixwest ku ligel Brîtanyayê tekîliyên xwe baş bikin”

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyêmîn de tekîliya di navbera Tirkiyê-Osmanî û Brîtanyayê de ber bi nexweşiyê vê çûbû. Lê belê tekîliyên her du welatan piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn bi pêş ket. Di navbera her dû welatan de danûstandinên dîplomatîk pêk hatin. Herwiha Brîtanyayê heta qeyrana penabaran, her tim ji bo ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê piştevaniya wê dikir.