Qamişlo: Kabîneya hikûmî ya nû hat pesendkirin

Encûmena Zagonsaz li Kantona Cezîrê kabîneya hikûmî ya nû, ku ji 16 desteyan pêktê pesend kir. Serokê Encûmena Cîbicîkar tekez dike, dê hikûmeta nû ji bo peydakirina aramî û ewlehiyê kar bike. Ev yek jî tê di demekê de ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di hiyama 2 salan de ne beşdar e di rêveberiya xweser de ew lê mukir naye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1b3e2c30-be72-464c-a1db-2cf150e95a8d/Hikumet-Amude-Rojava.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Encûmena Zagonsaz li Kantona Cezîrê kabîneya hikûmî ya nû, ku ji 16 desteyan pêktê  pesend kir. Serokê Encûmena Cîbicîkar tekez dike, dê hikûmeta nû ji bo peydakirina aramî û ewlehiyê kar bike. Ev yek jî tê di demekê de ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di hiyama 2 salan de ne beşdar e di rêveberiya xweser de ew lê mukir naye.

Bi piraniya dengan Encûmena Zagonsaz li Kantona Cezîrê kabîneya hikûmî ya nû pesend kir , ku ji aliyê Ebdilkerîm Saroxan hatiye amadekirin. Li gor Serokatiya Encûmena Zagonsaz Hekem Xilo, ji ber hin sedemên rêvebirî û rêxistinî hejmara desteyên Encûmena Cîbicîkar hatin kêmkirin.

Xilo derbarê vê kêmkirina desteyan ji K24ê re got: “Gava me Rêveberiya Xweser ragihand, 22 deste bû, piştî ezmûna 2 salan me dît ku hin deste vala dimînin, pêdiviyên wan wek dest tune ne, lewre bi nivîsgehan guhartin, hinên din jî me tevlîhev kirin.”

Li gor hin endamên Encûmena Zagonsaz hikûmeta nû kesên tiknoqrat li xwe nagire, Lê Serokê Encûmena Cîbicîkar tekez dike ku kabîneya nû hejmarek mezin ji xwediyên bawernameyên zanistî li xwe digre û got: “Di nava her desteyekê de kesên tiknoqrat hene û dikarin xizmeta civakê di hemû waran de bikin. Ya girîng bo parastina derve û hundir e, ji ber ku di hundir parastinê de, emê karibin projeyên xwe yên civakî bipêş bixin.”

Piştî ku rêjîma Sûriyê di sala 2012ê de, xwe ji hin bajarên Rojavayê Kurdistanê kişand, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hevlbendên wê Rêvebiriya Xweser ragihandin.