Qamişlo bo şerê li Nisêbînê derket xwepêşandanê

Hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê xwepêşendanek li Qamişlo birêve birin, têde bêdengiya cîhanê derbarê şerê ku li bajarên bakûrê Kurdistanê diqewime, şermezar kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dcdf486b-60c4-4df3-a986-ace89a7a52d7/Bedengi-Qamishlo-Rojava.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê xwepêşendanek li Qamişlo birêve birin, têde bêdengiya cîhanê derbarê şerê ku li bajarên bakûrê Kurdistanê diqewime, şermezar kirin.

Xwepêşendan ya ku li ser daxwaza Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê birêve çû, endamên wê yekîtiyê tekez dikin ku rojane bajarên Bakurê Kurdistanê rastî top û bombeyên artêşa Tirkiyê tên, herwiha raya giştî derbarê vê yekê de bêdeng e, bi vê meşê jî wê bêdengiyê şermezar dikin.

Bajarê Nisêbînê yek ji bajarên ku şerekî giran lê diqewime. Welatiyên bajarê Qamişlo yên malên wan li ser sînor in, vê yekê piştrast dikin, nemaze piştî ku hin taxên Qamişlo jî rastî van topan hatin. Didin zanîn ku şerê li Nisêbînê diqewime bi bandorên xwe li ser kar û jiyana wan heye.

Ji 13ê Adara borî ve, şer û pevçûn li seranserî bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin, ta nuha ev şer bi giranî li hin bajaran wek Nisêbînê berdewam e,
Ev yek jî debe sedema ku hin bajarên Rojavayê Kurdistanê jî mîna bajarê Qamişlo qurbaniya vî şerî bidin, di demekê de ku ta niha ragihandin û raya giştî bê denge.