Şer û pevçûn li Bakurê Kurdistanê berdewam e

Li navenda Şirnexê jî, piştî ku di 13ê meha Adarê de qedexeya derketina derve hat ragehandin, pevçûnên dijwar rû didin

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Şirnex û navçeyên Nisêbîn û Geverê, di pevçûnên navbera hêzên ewlehiya Tirkiyê û endamên YPS'Sê de 7 polîs û efserekî canê xwe ji dest dan, 5 polîs jî birîndar bûn.

Li Nisêbîna Mêrdînê, teqameniyên ku di avahiyekê de hatibûn bicihkirin, îro di polîsan de hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê 6 polîsan canê xwe ji dest da û hejmarek polîs jî birîndar bûn. Hat ragehandin, di bin xirba avahiyê de hin polîsên din jî mane. Ji ber vê di bin avahiya rûxyayî de xebata rizgarkirinê hat destpêkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî şer û pevçûn berdewam dikin. Îro li Geverê di navbera hêzên ewlehiya Tirkiyê û endamên YPS'ê de şer derket û di encamê de polîsekî operasyona taybet yê bi navê Mistefa Sezgînê Qeyseriyê canê xwe ji dest da.

Li navenda Şirnexê jî, piştî ku di 13ê meha Adarê de qedexeya derketina derve hat ragehandin, pevçûnên dijwar rû didin. Îro li taxa Dîcleyê, di pevçûnan de efserekî artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest da. Li taxa Dîcleyê bi hemû tundiyê şer berdewam dike û dengê çek û teqînan tê bîhîstin.