Parêzgar ê Helebce: Pere û dahat a Helebceyê bo Silêmanîyê diçe.
Helebce:
Parêzgeh a Helebce, heya niha ne ji hikumet a Herêm a Kurdistanê û ne ji hikumet a Îraqê, xwedîyê hîç budceyek a taybet nîye, ev di demekê de ye, bi ferman a serok ê Herêm a Kurdistanê û bi teva ya deng ên Civat a Nwêner ên Îraqê dû sal zêdetire bûye Parêzgeh.
Niha kar û bizav ên parêzgeha Helebce bi pere yên xêrxwazan bi rêve diçe. Hokar a evê yekê jî nebûn a bûdceyek a taybet e bi vî bajarî, parêzgar ê Helebce jî sera nebûn a bûdceyê jî bo bi rêveçûn a kar ên wan, pere û dahat a Helebce dihê vegerandin bo parêzgeh a Silêmanîyê.
Ebdûllah Newrolî, Helebce got jî: Bo rêkirina kar û bizav ên xwe parêzgeh a me divegere bo Silêmanîyê.
Zêdetir ji dû salane Helebce bûye parêzgeh, belê wek dibêje Helebce tenê le ser kaxezê bûye parêzgeh û li ser erdê çi pêngav bo nehatî ye havêjtin û ji gelek alaîyan ve wek qezayek a ser bi Silêmanîyê reftar li gel dihê kirin.
Çalakvanek ê civak a sîvîl jî hikumet û alî yên sîyasî bi berpirs dizane ji piştguhkirin a Helebceyê.
Li Sinûr a rêveberî helebce gelek jêder hene bo dahatê, wek derazînk ên sinûrî li gel Îranê û petrol û çandin û jêder ên avê û geştû guzar, lê hîç ji van wek pêdivî mifa jê nehatîye wergirtin bo bi hêzkirin a jêrxan a abûrî ya bajarî û avedankirin a wî bajarî.