Erdogan: Amerîka nahêle dewleteke Kurdî Sûriyê bê avakirin

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Amerîka nahêle dewleteke Kurdî li bakurê Sûriyê bê avakirin.

K24 – Naveda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Amerîka nahêle dewleteke Kurdî li bakurê Sûriyê bê avakirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, îro balyozxaneya Tirkiyê li Washingtonê ji rojnamevanan re ragihand, ji bo hinceta Amerîkayê nemîne, tenê YPG şerê DAIŞê dike, wan lîsteyek bi navên hezar û 800 endamên opozîsyona Sûriyê radestî Amerîkayê kirine. Di demên pêş de jî dê lîsteyeke din bi navên 600  tirkmen û Ereban pêk tê radestî Amerîkayê bikin.

Erdogan got jî, ku nûnerên Amerîkî jêre gotine, heger herêmeke Kurdî li bakurê Sûriyê hate raghandin, Tirkiyê wê tedbîrên guncaw bigire ji bo nehêştina avakirina wê herêmê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku ji bo lûtkeya Asayişa Atomî Çarşema borî serdana Amerîkayê kiribû û digel çend berpirsên Amerîkî û Serokê Amerîkayê Barak Obama civiya.