Piştî teqîna li Qoserê welatiyan banga rawestandina şer kirin

Li Mêrdînê, êrîşek bi wesayîta bombebarkirî li dijî şaxa leşkeriyê ya ku li ser rêya Mêrdînê bicihkirî pêk hat. Di teqînê de kesek canê xwe ji dest dabû yek jê leşker 18 kes birîndar bibûn. Avahî û kargehên derdorê jî zirarek mezin dîtibûn.

K24 – Mêrdîn

Li Mêrdînê, êrîşek bi wesayîta bombebarkirî li dijî şaxa leşkeriyê ya ku li ser rêya Mêrdînê bicihkirî pêk hat. Di teqînê de kesek canê xwe ji dest dabû yek jê leşker 18 kes birîndar bibûn. Avahî û kargehên derdorê jî zirarek mezin dîtibûn.

Li bajaroka Qosera li ser Mêrdînê li dijî qerekola leşkeriyê êrîşek bombeyi pêk hatibû û di encama teqînê de kesekê ku li rex qereqolê pasivaniya malekê dikir û penaber bû canê xwe ji dest dabû.

Di teqînê de hemû avahî û argehên derdorê cam û deriyên wan hilweşiya bûn.

Xwediyê wan mal û dikanan jî nerazîbûn, gilî û gazincên xwe ji kurdistan 24ê re ragihandin, dikandarekî got: "Em nexweşiyê naxwazin. Ev şerê ku berdewam dike bes e êdî. Li bajarên Başurê Rojhilatê li Nisêbînê li Sûrê  li Cizîrê li Diyarbekirê û li Ferqînê ev şerê hanê bes e êdî. Ev zarok, jin pîrek û sêvî giş zirarê dibînin kuştin û xwîn bes e."

Welatiyên ku di vê teqînê de zirar dîtine bang li rayedarên dewletê dikin ku vî şerî bide sekinandin û aramiyekê bixe nava bajarên Bakurê Kurdistanê.

Herwiha welateyekî din jî ji K24ê re got: "Em xelk li dijî wan tiştan in. Em dixwazin aştî çêbe, ev êş vemire, ev şer vemire û kesek nemire. Yanî mixabîna ciwana ye. Em vî tiştî naxwazin em şer naxwazin."

Di teqînê de 18 kes birîndar bûbûn û niha di nexweşxaneyan de tên derman kirin. Herwiha welatî û dikandarên avahî û kargehên wan zirar dîtine jî bangî rayedaran dikin ku alikariya wan bikin.