“Tirkiyê xwe wek dijminekî sereke ji gelê Kurd re dibîne”

Serkedeyekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibêje, Tiştê ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çê dibin, girêdayî gelê Sûriyê ye, pêşaroja Sûriyê jî li gelê Sûriyê dimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkedeyekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibêje, Tiştê ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çê dibin, girêdayî gelê Sûriyê ye, pêşaroja Sûriyê jî li gelê Sûriyê dimîne.

Serkirdeyê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed tevlî bultena “Êvarname” ya K24ê bû û ragihand, dewleta Tirkiyê xwe wek dijminekî sereke ji gelê Kurd re dibîne, Bulent Acawîd jî gotibû ku heger li Mozambîq Kurd dewletekê çê bikin, ewê dijminahiya wê bikin.

Roja 17 Adarê li bajarokê Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser digel hevalbendên xwe, sîstemê federalîzmê ji bo Rojava û Bakurê Sûriyê raghandin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, îro li Washingtonê ragihand, heger herêmeke Kurdî li bakurê Sûriyê hate raghandin, Tirkiyê wê tedbîrên guncaw bigire ji bo nehêştina avakirina wê herêmê.   

Ehmed got amaje kir, Kurd li Rojavayê Kurdistanê karîne hin mafên xwe bidest bixin. Tiştê ku li Rojava û Sûriyê çê dibin, girêdayî gelê Sûriyê ye, pêşaroja Sûriyê jî li gelê Sûriyê dimîne.

Ehmed derbarê rewşa li rojavayê çemê Firatê û gihandina herêma Kobanê bi herêma Efrînê de got: “Ev yek girêdayî îradeya xelkê wê deverê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye. Di dema dawî de Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî hat avakirin. HSD hêzeke hemû pêkhateyên Sûriyê ji Kurd, Ereb, Siryan û Tirkmenan li xwe digire, rewşa wê deverê girêdayî xelkê wê deverê ye.”