Penaberkî Sûrî pêrtûkxaneyekê li Stanbolê vedike

Tirkiye ku yek ji waletên herî zêde penaberên Sûriyê lê dimînin, penaber jî bo xwe jiyan bikin, her karekî li Bajarên Tirkiyê dikin. Yekî jî pêrtûkxaneyek li Stanbolê vekir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fe8eac22-6778-4df5-80ae-d516942fd4f4/Pertokxana%20penaberan%20Turkia.ism/manifest

K24 – Stanbol

Tirkiye ku yek ji waletên herî zêde penaberên Sûriyê lê dimînin, penaber jî bo xwe jiyan bikin, her karekî li Bajarên Tirkiyê dikin. Yekî jî pêrtûkxaneyek li Stanbolê vekir.

Damizrênerê pêrtûkxaneyê Samir Ebdilqadir dibêje, “Me xwazt em pêrtûkxaneyê li Stanbolê vebikin, ji ber ku penaberên Sûrî li vir pir in, pêdiviyên wan jî bi vê ykê heye. Herwiha bo bibe pireyek di navbera me û miletê Tirk de.”

Gelek Sûrî serdana wê pêrtûkxaneyê dikin, ne tenê bo kirîna pêrtûkan, belkû bo xwendin û vexwarina qehweyekê.

Yek ji damizrênerê pêrtûkxaneyê jî dibêje: “Ez kesekî xwendekar bûm. Min dixwast xwendinaxwe berdewam bikim, lê ji ber şerê li Sûriyê min nikarî temam bikira. Neçar bûm dest ji hemû tiştî berdim û derkevim.”

Nêzîkî 2 milyon û 700 hezar penaberên Sûrî li Tirkiyê dijîn, li Stanbolê bi tenê jî, bêhtirî 360 hezar penaber lê bicih dibin.