Hevpeymaniya Navdewletî qonsilxaneya Tirkiyê kire armanc
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê qonsilxaneya Tirkiyê li bajarê Mûsilê kirine armanc.
Derbarê vê mijarê Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de belav kir tê de tekez kir ku, qonsilxaneya wan li bajrê Mûsilê di encama operasyonên firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi temamî wêranbûye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê ew operasyon bi razîbûna wan hatiye encam dan.
Di Hezîrana 2014an de DAIŞê qonsilxaneya Tirkiyê li ligel bajarê Mûsilê kontirol kir ye.