CHP:Pirsa Kurdî bi xendek, tang û topan çareser nabe

Sezgîn Tanrikulu, gazind ji Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu jî kir û got: "Nabe ji ciheke ku, kavil kirî xanî bikire.

K24-Amed

Parlementerê Partiya Gel ya Komarê CHP yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, di serdana xwe ya Diyarbekirê de got: meseleya Kurd bi xendek û berbestan û bi tang û topan çareser nabe, lê belê yên ku di destên wan de çek hene guhdariya me nakin.

Parlementerê CHP Sezgîn Tanrikulu, piştî serdana Parêzgeriyê li Yekitiya Jorên Zanaatkar û Esnafan derbarê rewşa abûrî û civakî ya Sûrê de agahî da rojnamegeran. Tanrkulu got:"Ti caran weke vê carê Sûr rastî ziyaniyan nehatibû. Li gorî Tanrikulu, di mijara jinûve avakirina Sûrê de divê Hikûmet bi niştecihên Sûrê re hevdîtinan bike."

Sezgîn Tanrikulu, gazind ji Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu jî kir û got: "Nabe ji ciheke ku, kavil kirî xanî bikire. Tanrikulu di dawiya axaftina xwe de got; divê HDP jî rêbaza xwe biguhere."

Serokê Jora Esnafan, Elîcan Ebedînoglu jî got; "Pirsa Kurd ne tenê pirsa Hikûmet û HDPê ye, ev pirs bi şer çareser nabe. Ji ber şer û pevçûnan gelek esnafên me koç kirin, gelek ji wan jî îflas kirin."