Li bajarê Dîlokê 2 endamên DAIŞê hatin girtin

Parêzgariya Dîlokê da xuyakirin ku, di operasyonê de berpirsê DAIŞê yê Dîlokê Ercan Çapkin jî hatiye binçavkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê 2 endamên DAIŞê ku hatibû îdîakirin ku amadehiya xweteqandinê dikin hatin girtin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, li Dîlokê operasyon hemberî "Grûpa Dokumacî"yan pêk anîn ku, wek baska DAIŞ li Dîlokê tê binavkirin. Di encamê de Mihemed Mistifa Çevîk hat binçavkirin ku bi gumana çalakiya xwekuştinê biryara girtinê derbarê wî de habû.

Parêzgariya Dîlokê da xuyakirin ku, di operasyonê de berpirsê DAIŞê yê Dîlokê Ercan Çapkin jî hatiye binçavkirin.

Parêzgariya da zanîn, piştî teqîna Stenbolê operasyon dane destpêkirin û berpirsê DAIŞê yê Dîlokê û 2 çekdarên ku amadekariya çalakiya xwekuştinê dikirin jî di nav de 4 kes hatine girtin.