Li Silopî qedexeya derketina derve hat ragehandin
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Silopî ya Şirnexê, di encama êrişekê roketê de polîsek hat kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn. Piştî bûyerê li navçeyê qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Duh êvarî, li taxa Cûdî ya Silopiyê, otombêleka zirxpoş a polîsên operasyonên taybet, rastî êrişa roketan hat. Di êrişê de polîsekî canê xwe ji dest da û 4 polîs jî giran birîndar bûn.
Heta serê sibê li taxa Cûdî pevçûnan berdewam kirin.
Qeymeqamiya Silopiyê, li navçeyê qedexeya derketina derve ragehand. Qedexe îro, demjimêr 4:30ê dest pêkir û heta fermaneke nû dê berdewam bike.