Beşar: Riyad Hicab bo sê xalên giring serdana Kurdistanê kir

Duh, Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab serdana Kurdistanê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê ENKSê civîn pêkanîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3915801c-4f67-4226-a038-2dd6b8a3e03c/bashar%20abdulhakim.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di Itîlfa opozîsyona wî welatî Ebdilhekîm Beşar derbarê serdana Serokê Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê ragehand ku, armanca wê serdanê sê xalên giring bûn, ji wan sipasya Serokê Herêma Kurdistanê bo piştgiriya wî ji gelê Sûriyê herwiha bû sûdmendiyê ji ezmûna fedraliyê ya Başurê Kurdistanê were kirin.

Derbarê vê mijarê Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di Itîlfa opozîsyona wî welatî Ebdilhekîm Beşar beşdarî di Êvarnameya K24ê re kir û wiha got: "Amadekarî berê mehekî ji vî serdanê hatibû kirin, armanc jî sipasiya Serok Barzanî û gotûbêjkirina rewşa Sûrî bi giştî û pirsa Sûriyê bi taybetî."

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di Itîlfa opozîsyona wî welatî Ebdilhekîm Beşar tekezî li ser guhertina serokê opozîsyonê Ased El-Zûbî kir piştî daxuyaniyên wî derheqê Kurdande.

Hekîm derbarê mafên Kurdan aşkere kir ku, di belgeya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Stffan De Mistura de pirsa Kurdan hatiye pesen dkirin.

Hekîm derbarê vegşandina wan ji Itîlfa Sûriyê tekez kir ku, vekşandin ne çareseriyeke, eger mirov xwe vekşîne kesên din hene cihê te û wê valahiyê tije bike.

Duh, Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab serdana Kurdistanê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê ENKSê civîn pêkanîn.