YPG amarên operasyonên meha Adarê ragehand

"Di meha Adarê de me 6 operasyon li dijî DAIŞê pêkanîne"

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyê Parastina Gel(YPG) amarên şer û pevçûnên meha Adarê aşkere kir ku, di wê mehê 73 şervanên wan şehîbûne û 131 çekarên DAIŞê hatine kuştin.

Derbarê vê mijarê Yekîneyê Parastina Gel(YPG) daxuyaniekî belavkir tê de wiha hatibû gotin: "Di meha Adarê de me 6 operasyon li dijî DAIŞê  encam dane, di wan operasyona de 131 çekdarên DAIŞê hatine kuştin herwiha 73 şervan jî şehîdbûne."

Di daxuyaniya YPGê de jî wiha hatiye: "Termê ku ketine destê me yên çekdarên DAIŞê 42 termin, herwiha 9 otomîljî hatine têkbirin ligel komek ji çek û teqemenî."