Cebhet El-Nûsra firokeya rejîma Sûriyê anî xwar

Rejîma Sûriyê bi armanca kontirolkirina derdora başurê Helebê wê navçeyê bombebaran dike.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên Cebhet El-Nûsrayê firokeyeke rejîma Sûriyê ji corê Sîxoyî22 li derdora başurê Parêzgeha Helebê anî xwar.

Derbarê ketina wê firokeyê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku çekdarên Islamî yên Cebhet El-Nûsrayê karîn firokeye rejîma Sûriyê bînin xwarê, da zanîn ku, ew firoke ji corê Sîxoyî 22 bû û li başurê bajarê Helebê anîne xwar.

Li gor daxuyaniya Rewngehê heta niha çarenivîse firokevanê wî nehatiye zanîn,lê tê pêşbînî kirin ku ew firokevan ji aliyê çekdarê Cebhet El-Nûsrayê ve hatibe êxsîrkirin.

Rejîma Sûriyê bi armanca kontirolkirina derdora başurê Helebê wê navçeyê bombebaran dike.