Emerîka stayîş a Rosyayê dike.

Con Kêrî, wezîr ê derve yê Emerîkayê dibêje: Heke Rosya nebaye, çek ên Kîmyayî dikevt dest Daişê li Suryayê.

K24- Hewlêr:

Con Kêrî, wezîr ê derve yê Emerîkayê dibêje: Heke Rosya nebaye, çek ên Kîmyayî dikevt dest Daişê li Suryayê.

Con Kêrî wezîr ê derve yê Emerîkayê di hevdîtinekê de li gel kenal a PBS Emerîkayî ragehand: Rosyayê rolek a kara hebû di rêkkevtin a di navber a Îran û Emerîkayê de li ser bername ya çek ê navokî û herweha agirbes a Suryayê.

Heweha Con Kêrî dibêje: Heke rol a Rosyayê nebaye, em ne digehitîn rêkevtinê li gel Îranê, ger Rosya nebaye, em nedişîyan çek ê kîmîyayî li Suryayê nehêlîn û niha ew çek ê kîmîyayî dikevt dest Rêkxistî ya Daişê. Heke Rosya nebaye, niha me agirbes li Suryayê nedibû yan jî hemû alî li Cinêvê kom ne dibûn.

Ev di demekê de ye, Sêrgî Lavrov, wezîr ê derve yê Rosyayê bi Stîvan Dîmistora hinartî yê taybet bi Netewe yên Hevgirtî bo pirs a Suryayê ragehandibû, Mosko bi temamî piştîvanîyê li danûstandin ên rasterast dike di navber a alî yên sîyasî yên Sûryayê di çarçove ya danûstandin în ku li Cinêv bi rêve diçin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8583c446-9daf-493b-94bc-bc605ca00ec7/John%20Kerry%20Ruseya.ism/manifest