Li Tirkiyê polîsên hêza taybet xwe ji kar vedikşînin

" polîs dibêjin, canê wan li nig siyasetmedaran bêqîmet e"
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5e735e3a-4c6d-414b-bd2b-f3494d54c35b/HezaEwlekariyaTaybetYaTirkiye.ism/manifest

K2-Enqerê

Li gorî çapemeniya Tirkiyê, kêmzêde hezar Polîsên hêza taybet xwestine dev ji kar berdin û beşdarî operasyonên li bajar û navçeyên Bakur nebin. Sebebê vê yekê jî, xeletiyên di birêvebirina operasyonan û daxwazên siyasî têne nîşandan. Ji hêla din ve li navçeya Sûr ya Diyarbekirê ji bo hêza ewlehiya Tirkiyê 9 qereqol têne avakirin.

Di rojnameya Cumhuriyetê ya Tirkiyê de, derbarê dev ji karberdana polîsên hêza taybet de nûçeyeke balkêş hat weşandin. Di nûçeyê de tê gotin ku, polîsên hêza taybet yên ku beşdarî operasyonên li Bakurê Kurdistanê dibin dibêjin, siyasetmedar wan dikin qurbanî û ew jî dixwazin yan dev ji kar berdin yan jî branşa xwe biguherin.

Serokê Navenda Lêgerînên Stratejiyên Ewlekariyê Ercan Taştekîn, derbarê mijarê de ji bo rojnameya navborî wiha radigihîne: "Ev polîs dibêjin, canê wan li nig siyasetmedaran bêqîmet e, ew naxwazin weke dedektorên mînan werin bikaranîn, îradeya siyasî û burokrat dixwazin zû encamê bidest bixin û ji ber vê yekê xeletiyan dikin." Li gorî Taştekîn, polîs jî dibêjin, çima piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê pêvajoya çareseriyê hilweşiya û şer destpê kir?

Ji hêla din ve, Parêzgeriya Diyarbekirê, ji ber ku 12 xalên ewlekariyê di nava taxên Sûrê de ava bike serî li Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Diyarbekirê dabû, lê belê Lijneyê li 9 xalan destûra avakirina qereqolan da. Li navçeya Sûrê ji 2ê meha Kanûna 2015an ve di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) de şer û pevçûnên dijwar hebûn û bi sedan kesan canê xwe ji dest dabûn.

Herwiha, derdora 30 hezar kes ji navçeyê koç kirine. Niha jî li 5 taxan pevçûn nîn e, lê belê derketina koçe û kolanan qedexe ye. Xaniyên herifî ji navçeyê têne avêtin û rayedarên dewletê dibêjin dê ji bo xelkê navçeyê avahiyên nû bêne avakirin. Şaredariya Bajarê Mezin û HDP û DBP li dijî avakirina qereqolan û îstîmlaqkirina Sûrê derdikevin.