Li Geverê 3 polîa di bin ruxandina avahiyekê de birîndar bûn

Li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê operasyonên hêzên ewlehiya Tirkiyê berdewam dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Geverê avahiyek ruxiya 3 serbaz birîndar bûn. Li Bidlîsê jî cerdevanek di operasyonan de hat kuştin.

Li navçeya Gever ya Colemêrgê operasyonên Artêşa Tirkiyê tevî polîsan berdewam dike. Tankên ku daketine kolanan navçeyê topbaran dikin.

Hat ragehandin ku, avahiyek ji teqîn û topbaranan xera bûye hilweşiya û 3 serbazên Artêşa Tirkiyê di bin de man û birîndar bûn.

Li aliyê dîtir, di operasyoneke serbazî de li bajarê Bedlîsê cerdevanekî hate kuştin.

Li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê operasyonên hêzên ewlehiya Tirkiyê berdewam dikin.