Li Bolûy Tirkiyê 2 endamên PKKê hatin kuştin

Di dema operasyonê de rêya D-100 ya navneteweyî ji çûnhatinê re hate girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li rojavayê Tirkiyê bajarê Bolû, hêzên ewlehiya Tirkiyê êriş birin ser malekî û di encamê pevçûnan de 2 endamên PKK'ê canê xwe ji dest dan.

Polîsên Operasyonên Taybet ku bi taybet ji Enqerê hatibûn şandin, li bajarê Bolû taxa Paşakoyê avahiyek 5 qat dorpêç kirin.

Operasyona ser avahiyê di 12ê şevê de dest pê kir û heta demjimêr 6'ê sibê berdewam kir.  Hat îdîakirin, piştî pevçûnên dijwar 2 endamekî PKK'ê canê xwe ji dest dan û polîsek jî birîndar bû.

Di dema operasyonê de rêya D-100 ya navneteweyî ji çûnhatinê re hate girtin.