Li Kobanê mayînek teqiya: sê welatî bûn qurbanî

Li Kobanê mayînek teqiya: sê welatî bûn qurbanî

K24-Navenda Nûçeyan

Li gundê Qolanê ku dikeve başurê bajarê Kobanê mayînek teqiya, di encam de, du welatiyên Kurd û yek Ereb canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên peyamnêrêK24ê li gundê Qolanî yê Bajarê Kobanê welatiyê bi navê Firas Hemoû Ismail Qadir Weyso li gel welatiyeke Ereb di encama teqîna mayînekî ku, berî niha çekdarên DAIşê li wê deverê çandibûn, canê xwe ji dest dan.

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê, DAIŞê bi hezaram mayînên çandî li pey xwe hêlabûn, di encama teqîna wan mayînan gelek welatî bûne qurbanî.