Con Kêrî, tekez kir li ser piştîvanî ya Emerîkayê bo hêz ên Pêşmerge

Wezîr ê derve yê Emerîkayê di kongireyek a rojanemavnî de li Bexdayê piştîvanî ya welat ê xwe tekez kir bo hêz ên Pêşmerge yên Kurdistanê.

K24- Bexda

Wezîr ê derve yê Emerîkayê di kongireyek a rojanemavnî de li Bexdayê piştîvanî ya  welat ê xwe tekez kir bo hêz ên Pêşmerge yên Kurdistanê.

 Con Kêrî, wezîr ê derve yê Emerîkayê,  di twîtekê de jî di hijmarte ya taybet a xwe de li tor a civakî ya Tiwîter ê de, belavkirîye ku Emrîka piştîvanî ya hêz ên Pêşmerge dike.

Herweha di kongire ya rojnamevanî de tekez kir li ser bihêzkirin a hevahengîyê di navber a Hewlêr û Bexdayê de, wezîr ê derve yê emerîkayê ragehand jî ku welat ê wî bi behayê 150 milyon Dolaran dê dê harîkarî ya koçber ên Îraqê bike.

 Herweha got jî, me li ser berenagarbûna girûp ên tîroristî yên mezin nemaze jî Daişê, axivtin kirine.

Wezêr ê derve yê Emerîkayê amaje bi wê yekê jî kirk u şerr ê dij bi Daişê ne sanahîye û demek dirêj dive.

Li ser azadkirin a Mûsilê jî Kêrî ragehand: Mihwer a Mexmûrê destpêk a ewê opirasyonê  dibe.