Çawûşoglu: Amerîka helwesta xwe ji PYDê guhertiye

Li gor Çavuşoglu piştî teqînên Enqere û Stenbolê Emerîka helwesta xwe ya derbarê PYDê de gûhertiye.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu dibêje ew naxwazin bawer bikin ku, Amerîkayê çekan dide PYDê.

Berî du rojan, Balyozê Emerîkayê yê Tirkiyeyê John Bass di civîneka ligel rojnamevanan de diyar kiribû ku, ew alîkariya çek û teqemenaiyan li PYDê nakin. Li ser vê yekê Mewlût Çawûşoglu ragihand ku, ew girîngî didin daxuyaniyên demên dawî yên rayedarên Emerîkî û dixwazin ji wan bawer bikin.

Li gor Çavuşoglu piştî teqînên Enqere û Stenbolê Emerîka helwesta xwe ya derbarê PYDê de gûhertiye û fam kiriye ku, PYD di bin kontirola dewletên din de ye. Êdî li Sûriyê derbarê şerê li dijî DAÎŞê de Emerîka hewl dide ku, ne bi PYDê re ligel ereban û komên din têbikoşe.