Li Tirkîyê nasname û navnîşanên 50 mîlyonî aşkere bû

Hemû zanînên nasname û navnîşanên 50 mîlyonî yê veşartî êdî eşkere ye. Kesên nîyet xirab dikare bo berjewendîyên xwe van danayên şexsî bikar bine.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/588c3a81-14e1-4ad3-b236-2dddbcdc9ebb/50%20M%C3%AElyonDaneyenPexPiBelavBu.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkîyê 50 mîlyon kes niha di bin fikarê de ye. Li ser malperên înternetê 50 mîlyon zanînê nasname û navnîşanên kesan hate belavkirin. Sîyasetmedar, huquqnas û hin pispor evan tiştekimetirsîdar nîşan didin û dibêjin kesên nîyata bixirab dişên bi van melûmatan derheqên ew kesan de gelek tiştên nebaş bikin.

50 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê ana di bin metirsîyeke emnî û di nav fikareke mezin de ne. Li ser malperên înternetê 50 mîlyon zanînê nasname û navnîşanên kesan hate belavkirin. Wezîrê Ragihandin û Deryayê Bînalî Yildirim ji bo ev daneyên şexsî dibêje ji alîyê partîyên sîyasî ve hantine eşkerekirin.

Li ser eşkerebûn û belavbûna danayên şexsî, Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî bi zarekî îronîk sekinî û go hewce nînbû bi vî şiklî derheqê min de melûmatan wiha bigrin, bihatana minê bixwe jî navnîşana xwe bida û ew bikira mêvan.

Hikûmeta AKP eşkerebûn û belavbûnê daneyên şexsî bi zarekê esprî bilêvbike jî opozîsyna Tirkîyê û huquqnas vê rûdavê gelek bi fikar û metirsîdar dibînin. Parlamenterên CHP Oguz Kaan Salici, Hikûmeta AKP rexne dike û dibêje her çi şklî dibe ba bibe, ev daneyên şexsî di dema dethilatîya AKPê de hatîye eşkerekirin û belavkirin.

Derbarê vê mijarê de Parlamenterên CHP Oguz Kaan Salici wiha ji K24ê re got: "Eva kêmasîyeke hikûmetê ye. Ev daneyên şexsî çawa derketîye ba derkeve, evana daneyên esasîne. Reqemên nasnameyên 50 mîlyonî, navê bav û dîyên wan ji alîyên hin kesan ve her gav dişên rastî suîstîmalê bên. Ev bi giştî ji alîyê hikûmetê ve hatîye çêkirin, ji bo ku desthilat hikûmet e. Ew qas kes mexdûre û berpirs jî hikûmet e."

Eşkerebûn û belavbûna van danayên şexsî kêşa huquqî jî dê derxe. Di vî alî de huqûqnas Turgut Kazan balê dikşîne ser qanûna hilbijardinê û wiha ji K24ê re axifî: "Sedema vê bûyerê derxistina qanûna xelet û bikaranîna qanûnê xelet e.  Li gorî ev qanûna Lijneya Hilbijardina Bilind zanînên nasnameyên ev kesan didin partîyên sîyasî. Ser 20 partîyên sîyasî partî beştarî hilbijardinê bûn. Ev partîyana danayên şexsî girtin. Hikûmet gava ev qanûn derxist gerek bifikirîya. Ev gelek xetere ye. Yek dişê pir asan dêl we ve kompanye damezirîne, we bixerbilîne, ser navên we tiştan çêbike."

Hemû zanînên nasname û navnîşanên 50 mîlyonî yê veşartî êdî eşkere ye.  Kesên nîyet xirab dikare bo berjewendîyên xwe van danayên şexsî bikar bine.