Piştî darbeyan veguhestina siyaset û pergalê li Tirkiyê

Pergala parlamenteriyê ya Tirkiyê her diçe rê li ber nîqaşan vedike. Di serdemên borî de ji ber ku vê pergalê rê daye koalîsyonan riya darbeyên leşkerî her vekirî maye. Niha Tirkiye ketiye nava wê hewlê ku vê pergala siyasî û parlamenteriyê veguherîne. Nîqaşa vê veguherînê jî di panela SETAyê de hate nîqaşkirin.

K24 – Enqere

Pergala parlamenteriyê ya Tirkiyê her diçe rê li ber nîqaşan vedike. Di serdemên borî de ji ber ku vê pergalê rê daye koalîsyonan riya darbeyên leşkerî her vekirî maye. Niha Tirkiye ketiye nava wê hewlê ku vê pergala siyasî û parlamenteriyê veguherîne. Nîqaşa vê veguherînê jî di panela SETAyê de hate nîqaşkirin.

Birêvebirina Tirkiyê ji roja ku hatiye damezrandin pê ve bi pergala parlamenteriyê ye. Di serdema desthilata yek partî de jî ev pergal her berdewam bû. Ligel wê dema yek partî de jî li Tirkiyê darbeyên leşkerî dihatin pêkanîn.

Di serdema demokrasiya Tirkiyê de ku di bin banê yek partî de 37 salan berdewam kir, darbeyên leşkerî jî ji nava jiyana Tirkiyê kêm nebûn. Heta niha li Tirkiyê 2 darbeyên leşkerî pêk hatine, yek jê 27ê Gulana 1960î ya din jî 12ê Îlona 1980ê yî. Herwiha rûdanên wekî muxtiraya leşkerî ya 27ê Evrêlê û darbeya 28ê Sibatê jî pêk hatine.

Siyasetnas Prof. Alî Akarca da zanîn ku darbe, bandorek mezin li ser siyaset û aboriyê dike û got: "Piştî derbeyan, an hikûmetênku tên tayîn kirin, têne damezrandin an jî piştî ku leşker îdarê bi dest dixe û pişt re jî hikûmetên koalisyonê têne damezrandin. Herî wiha piştî wan bûyeran dîsa partiyek tê deshilatdariyê şunde dîsa darbe pêk tê. Herwiha di dema darbeye de aborî û siyaseta welêt jî vediguhere. Tirkiyê di serdema AKPêde ketiyê veguherîneke êrenî."

Ji bilî AKPê heta niha li Tirkiyê ti partî wekî wê 4 caran liser hev nehatiye desthiladariyê. Partiya Demokrat di nava salên 1950 û 60an de (DP) 3 caran bûbû desthilatdar. Niha AKP ketiye nava wê hewlê ku ji binî ve siyaset û pergala Tirkiyê biguherîne. Bo vê yekê jî yekem car gavên hiqûqî avêt û hin xalên destûra bingehin û pergala parlamenê veguherand. Kemalîstên Tirkiyê van gavan rexne dikin, li aliyê din jî derûdorên oldar piştevaniya AKPê dikin.

Li gorî Siyasetnas Doç. Dr. Galîp Dalay, AKP pêşengiyahêza siyasî ya li ser hev kombûyî dike û got:  “Ew hêrsa ku di nava civakê de li hev kombûyî bû yek jê Kurd ya din jî muhafazakar bûn û ji kiryarên kemalîzmê nerazîbûn, AKPê rê ji wan re vekir ku bi siyasete re zêdetir têkîldar bibin û bibin xwediyê nasnameyeke siyasî.”

Herwiha li gorî opozîsyona Tirkiyê, roj bi roj ji aliyê demokrasiyê ve bi paşdikeve. Lê belê li gorî alîgirên AKPê û muhafazakarên Tirkiyê, welat her diçe bi pêş dikeve. Heta bi veguherandina destûra bingehin û hatina serokatiyê dê pêşketîtir bibe. Li gorî AKPê pergala parlamanê lawaz e û dibe sedema darbeyan û hikûmetên koalisyonan û divê Tirkiyê derbasî pergala serokatiyê bibe.