ENKS êrîşên li ser Şêx Meqsûd a Helebê şermezar dike

ji 5ê Nîsanê ve grûpên çekdar yên ji Eniya el-Nusra, Ceyş el-Îslam û Ehrar Sûriya bi top û moşekên giran taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li bajarê Helebê bombebaran dikin, lê vê carê jî çekdarên Ceyş el-Îslam bi xaza kîmawî sivîlên Şêx Meqsûd kirin armanc.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di derbarê van êrîşan de Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de nerazîbûnên xwe li dijî kiryarên çekdarên Ceyş el-Îslamî şermezar kirin, ku Ev çekên qedexekirî ji aliyê civaka navdewletî ve niha bi destê çekdarên Ceyş el-Îslam li dijî sivlên Kurd li Şêx Meqsûdê bikar tên. Herwiha ENKSê bang li Desteya Bilind a danûstandinan kir ku li ser vê êrîşan bisekinin.

ENKSê ragihand, divê civaka navdewletî jî lêkolîn û lêpirsînê li ser êrîşên tund yên ku ji aliyê çekdarên Îslamî  ve tên encamdan rawestin.

ji aliyê xwe ve, Heyva Sor ya Kurd daxuyaniyek Belav kir û bang li raya giştî kir ku grûpên çekdar yên ser bi opozisyona Sûriyê ve ji 5ê Nîsanê ve welaiyên sivîl  li Şêx Meqsûd dikin armanc,  ku heya niha 100 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin û 650 welatiyên din  birîndar bûne.