Di zikê pîre jinekê de girêkekî 12 kîlo

Tu caran girêkekî wiha mezin di lîteratûrê de nehatiye dîtin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9705437a-ac77-4f96-84c9-53aed089ac91/JiZikePirejinekeBiGiraniya%2012%20KiloyanurDerket.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Pîre jina binavê Fedwa Bestanî ji Halebê ye û xwediyê 8 zarokan e. Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê reviya ye û li Elîhê bicih bûye.

Bestanî ji ber êşa zikê xwe û bêhn tengî çû nexweşxaneyê.Tehlîlên wê hatin girtin û derket holê ku, di zikê wê de girêkek heye.

Nijdarên nexweşxaneyê Silêman Oden û Guneş Tekten bi operasyoneke serkeftî ya kusaetek û nîvê berdewam kir ew girêk derxistin.

Lê belê ew jî û xizmên pîrejinê jî matmayî man. Ji ber ku, ji zikê pîre jinê bigiranîya 12 kîloyan û dirêjayî 35 santîman girêk  hatiye derxistin.

Derbarê vê mijarê Nijdar Silêman Oden ji K24ê re wiha got:"Bi kişandina tomogrofiyê me di zike nexweşê de girseyek dît û piştî tehlîlan me fêm kir ku, ev êş ji hêkdanka çepê der hatiye. Hêkdanka çepê me derman kir. Me nexweş şevekê di beşalezgîn ya nexweşxaneyê de girt û paşê ew gihaşte sihhata xwe."

Her çi qas ji bo dermankirinê dereng mabe jî keça Fedwa Bestanî ji bo rihetbûna diya xwe kefxweş bû.

Derbarê wê yekê Keça Fedva Bestanî Gulsum Bestanî ji K24ê re wiha axifî:"Ez hatim nexweşxaneyê, ji zike diya min girîk derxistin niha baş e. Nijdarên ku diya min derman kirin jî başin ez spas dikim jiwan re,xwedê ji wan razî be."

Nijdaran diyar kir ku, tu caran girseyeke wiha mezin di lîteratûrê de nehatiye dîtin û heta niha ya herî mezin 6 kîlo û nîv bû ku, hatiye dîtin.Fedwa Bestanî bi gihiştina sihheta xwe, spasiyên xwe bi hembêzkirina nijdaran peşkeş kir.