Esed û Rûsya xwe ji rizgarkirina Helebê re amade dikin
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Sûriyê Waîl El-Helqî ragehand ku, Artêşa welatê wî û Hêza Rûsyayê xwe ji bo proseya hevbeş a rizgarkirina bajarê Helebê amade dikin.
Derbarê wê operasyonê Serokwezîrê Sûriyê Waîl El-Helqî ji ajansa Tass ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Bi armanca şerê li dijî terorê û rûberûbûna çekdarên grûpên radîkal re xwe ji proseya rizgarkirina bajarê Helebê dikin."
Sûriyê berî niha bi alîkariya firokeyên Rûsyayê bajarê Tedmûrê yê dîrokî û çend deverên din kontirol kirbû.