Salih Mislim: Divê Ceyîş El-Islam bikeve lîsta terorê de

Ji aliyê xwe ve jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ew êrîşên wan grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê şermezar kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrsatîk(PYD) Salih Mislim daxwaz dike ku, Ceyîş El-Islam bikeve lîsta terorê de.

Derbarê wî daxwazê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrsatîk(PYD) Salih Mislim bo ajansa Spotink a Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Pêwîste Neteweyên Yekbûyî Ceyîş El- Islam bikine nav lîsta terorê de."

Ceyîs El-Islam, Ehrar El-Şam ev zêdeyî mehekê ye taxa Şêx Meqsûd ku, nişteciyên wê hemû Kurdin topbaran dike, ew êrîş di heftiya borî de zêdetbûn û heta îro jî berdewamin.

Fermandeyê Yekîneya Parastina Gel(YPG) ji heman ajansê re ragehandibûn ku, wan belge li ser bikarnîna çekêb kîmyayî ji aliyê wan grûpan li ser wê taxê hene, herî kêm heta niha zêdeyî 100 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

Ji aliyê xwe ve jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ew êrîşên wan grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê şermezar kir.