Geşta esmanî di navbera Diyarbikir û Hewlêrê dest pê kir

Geşta esmanî ya di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de, îro dest pê kir, firokeyeke sivîl jî ji firokxaneya Diyarbekirê berve Hewlêrê firî.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/285baefc-bf58-4a71-9620-d9077912cfe2/awro%20gashti%20asmani%20hawleru%20diyarbakr%20dast%20pedaka.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Geşta esmanî ya di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de, îro dest pê kir, firokeyeke sivîl jî ji firokxaneya Diyarbekirê berve Hewlêrê firî.

Îro yekem firokeyek sivîl ji firokxaneya Diyarbekirê ber bi Hewlêrê firî, tê çaverêkirin ku piştî demeke nêzîk de di rêwresmeke taybet pêşwazî li wê firokeyê bê kirin, ku şandeke bazirganî tê de ye.

Di rêwresmê de, hejmarek ji berpirsên Diyarbekir û Başûrê Kurdistanê dê amade bibin.

Ev yekem car e, geşta esmanî di navbera Diyar û Hewlêrê tê encam dan. Beriya niha jib o serdana bajarên Bakurê Kurdistanê, neçar dibûn bi riya firokxaneyên Stanbol û Enqerê bikirina. Herwiha berûvajî wê jî, heger welatiyên Bakurê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê bikirina, pêwîst bû ji Stanbol ya Enqerê berve Başûrê Kurdistanê bifiriyana.

Biryar e, firoke ji Heftê 3 rojan ji Diyarbekirê ber bi Hewlêrê ve rojên Duşem, Çarşem û Înê bifirin. 3 roj jî ji Hewlêrê ber bi Diyarekirê ve rojên Sêşem, Pêncşem û Yekşemê dê sefer bên kirin.