Li Nisêbînê zarokeke 14 salî canê xwe ji dest da

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zarokeke 14 salî li malê xwe bi guleyek ku diyar nebû ji ku derê hatiye canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zarokeke 14 salî li malê xwe bi guleyek ku diyar nebû ji ku derê hatiye canê xwe ji dest da.

Li bakurê Kurdistanê sivîl û zarok di nav pevçûnan de canê xwe ji dest didin. Îro jî li Nisêbînê keçikeka 14 salî bi guleyê tifingê canê xwe ji dest da. Keçika bi navê S.A. li taxa Girnavaz ku qedexe lê nehatiye ragehandin, li pêş malbata xwe birîndar bû.

S.A. bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê lê hê di rê de canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, polîsê operasyonên taybet Serkan Yilmaz ku di operasyonên taxa Firatê ya Nisêbînê de giran birîndar bûbû, îro li nexweşxaneya GATA ya Enqerê canê xwe ji dest da.

Ev du roj in ku li ser taxên qedexe hatiye ragehandin topbaraneke giran dimeşe. Serokomarê Tirkiyê ferman dabû ku 200 balexaneyên navçeyê ji dûr ve bên ruxandin.