Li Bedlîsê 4 leşker û cerdevanekî birîndar bûn

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê, di operasyona artêşa Tirk de şer derket di encamê de 4 leşker û cerdevanekî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê, di operasyona artêşa Tirk de şer derket di encamê de 4 leşker û cerdevanekî birîndar bûn.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, li bejahiya navçeya Xîzan û Tatwanê yên Bedlîsê operasyon birêve birin. Li devera Girkê Mansûr di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û leşkerên Tirk de şer derket.

Hat ragehandin, di encama şer û pevçûnê de 4 leşker û sercerdevanê bi navê Ehmed Çelîk birîndar bûn. Birîndar ji cihê bûyerê bi helîkopteran rakirin nexwexaneya Tatwanê.