Li Qamişlo çalakî bo yekrêziya Kurdan berdewam in

Çavdêrên siyasî dibînin ku, Tevî berdewamiya van destpêşxeriyan ne diyarkirina ti helwestekê ji aliyê TEV DEM û ENKSê de, ew çalakî bi ser nakevin.

K24-Qamişlo

Bi berdewamiya karên xwe bo xistina fişarekê li ser aliyên siyasî yên kurdî li Rojavayê Kudistanê, careke din yekîtiya ciwanên Kurdistana Sûriyê xwepêşandanek li Qamişlo li darxistin.

Serkirdeyên yekîtiya Ciwanan tekez dikin ku, ewê berdewam bin ta aliyên siyasî li ser masaya guftûgoya Niştîmanî rûnin û yekîtiya Kurdî pêkbînin, da zanîn ku, ewê dest bi xwepêşandanan li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bikin, eger helwestên erênî ji herdû aliyên siyasî yên sereke ENKSê û TEV DEMê newin diyarkirin.
Di Xwepêşandan duyemîn de ti nûner ji aliyê ENKSê yan jî TEV DEMê beşdar nebûn,
Ev yek jî li gorî beşdaran ti bandorekê li ser moralên wan neke, li gor yên beşdar jî dê ewê piştgiriya vê destpêşxeriyê bi hemû karînên xwe bikin ta bighêjin armancên xwe, yan jî ew ji kolanan venakişin.
Di1ê vê meha de bi rêya 2 destpêşxeriyan daxwaza Yekîtiya Kurdî hate kirin, ew jî bi mebesta lihevhatineke siyasî ya Kurdî û pêkanîna şandeke hevbeş di civînên Cinêvê de, herwiha avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş.

Çavdêrên siyasî dibînin ku, Tevî berdewamiya van destpêşxeriyan ne diyarkirina ti helwestekê ji aliyê TEV DEM û ENKSê de, ew çalakî bi ser nakevin.