Li Erzorumê ciwanan wesayîta bi ceyranê dixebite çêkirin

Ev otomîl bi tiawayî zirarê nade xwezayê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b605c30c-d644-4620-9961-8a0711049d37/WesayitaBiCeyraneDixebite.ism/manifest

K24-Erzirom

Li Bakurê Kurdistanê bajarê  Erziromê şagirt Hakan Damla ku li Zanîngeha Ataturkê li beşa endezyariyê ya mekîneyan û di pola dawî de dixwîne di çerçoveya projeya destûrdayînê de otomîlek ku, bi elektrîkê dixebite çêkir. otomîla ku, şarj dibe di saetekê de 110 kilometre bilez diçe û di 100 kilometreyî de jî 65 qûriş xerc dike.

Otomîla ku, bidestê ciwanên kurd Hakan Damla û Uğur Gunaydin hatiye çêkirin bi hayêwê10 hezar lireyênTirk e.

Bi destê wan şagirtan ku, li Zanîngeha Ataturkê dixwînin di sala borîde wek nimûne otomîlek hatibû çêkirin.Îsal jî du prototîpên nû hatine amadekirin.Armanca şagirtanew eweku, ev otomîla ku, hatiye çêkirin li Tirkiyê bibe otomîla elektrîkê ya xwecihî.

Xwendekarên çêkerê vê otomîlê di despêka çêkirina otomîlê de zehmetî û nêrînên xwe ji Kurdistan24ê re parave kirin.

"Em otomîlê  ji bo peşbazîya TUBÎTAKê çêdikin û ji xeynî wê jî me yeke din jî bo xilaskirina zanîngehê çekiribû.Hata niha me çar otomîl çêkirine û em bi wan otomîlan ketin peşbaziyê, paşî jî hevalên me du otomîl çêkirin û ew jî ketin vê peşbaziyê. Yek ji wan di peşbaziyê de bû 4emîn yê din jî bû 8emîn. Ev otomîl bi ceyranê dixebite û motora wê jî bi elektrîkê ye.Ji bilî motorê hemû tiştên otomîlê  ji aliyê me ve hatin sazkirinû me bi destê xwe çêkir."

Hevalê Hakan Damla, Ugur Gunaydin jî dibêje ku, hevalê wî bi baweriyek mezin kare pêk aniye û wî jî di çêkirina otomîlê de alîkariya hevalê xwe kiriye, wiha ji K24ê re axifî:

Di vê wesayîta ku, dê li gel min bi keve peşbaziyê gelek giraniyên wê yên zêde hebûn. Me hemû giraniyê wê jê derxistin.Cihê ajokar û qerqotê otomîlê me wiha plan kiriye ku, bi tevahî 200-220 kîlo giraniya wê hebe."

Şagirtê ku, niha li ser vê otomîlê dixebitin bang li rayedarên dewletê û zankoyê dikin ku, bi her awayî alikariya wan bê kirin. Herwiha şagirt amaje bi wê yekê dikin ku, ev otomîl bi tiawayî zirarê nade xwezayê.