Li Stenbolê 4 otombîlên û kargeheka cilûbergan hatin şewitandin

Her çiqas şewat hatibe vemirandin jî, hemû kelûpel û alavên kargehê şewitîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi tundbûna şerê nava bajarên bakurê Kurdistanê li Tirkiyê jî bûyerên curbicur yên tundiyê rû didin.

Şeva din li Stenbolê, navçeya Bayrampaşayê, di Otogara Mezin de 4 otobusên ku, di veguhestina navbajarî de dihatin bikaranîn, hatin şewitandin.

Gelek otombêlen agirkujiyê çûn cihê bûyerê û bi zehmetî agir vemirandin. Lê otobusan zirarên mezin dîtin.

Li aliyê din, li Sakaryayê di kargeheka cilûbergan de jî şewat derket. Sedemê şewatê nehat diyarkirin. Her çiqas şewat hatibe vemirandin jî, hemû kelûpel û alavên kargehê şewitîn.