DAIŞê çareke din bajarokê El-Rayî kontirol kir

Bajarokê El- Rayî di pêşema borî de ji aliyê çekdarên Opozîsyona Sûriyê hatibû rizgarkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê çareke din bajarokê El-Rayî li derdora Parêzgeha Helebê û nêzîkî sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê kontirolkir.

Derbarê kontirolkirina wî bajarokî Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, çekdarên DAIŞ careke din bajarokê El-Rayî ji Opozîsyona Sûriyê kontirol kir.

Bajarokê El- Rayî di pêşema borî de encama şerûpevçûnan de di navbera wan û çekdarên DAIŞê de karîbûn wî bajarokî bistînin. Lê careke din ji destdan.

Ev deme şer ûpevçûneke giran li bakurê Helebê diqewime, li gor Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim Artêşa Sûriyê bi alîkariya Rûsya xwe ji proseya rizgarkirina bajarê  Helebê amade dike.