Li Stenbolê 13emîn civîna Hevkariya Îslamî
K24-Stenbol
Rêxistina Hevkariya Îslamî, 13emîn civîna xwe bi beşdarkirina nûnerên 56 welatên misilman li Tirkiyê bajarê Stenbolê dicive.
Stenbol, di (14 – 16)ê Nîsanê de mêvandariya civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî dike. Iraq, Îran, Qetar, Erebîstana Seûdî û Azerbaycan di asta herî bilind a serokomartî de beşdarî civînê dibin.
Piştî krîza Misrê, yekem car dê Wezîrê Derve yê Misrê Semîh Şukrî bo beşdarkirina civînê dê biçe Tirkiyê.
Hat ragehandin slogana civîna îsal "Bo Aştî û Dadê Yekîtî û Hevgirtin" e. Her wiha di civînê de, li ser mijarên teror û îslam, îslamofobî, zirarên ku, rêxistinên cîhadî yên wek DAIŞ û El-Qaîde didin Îslamê, Behara Ereban, aloziya şîe û suneyan dê bên gotûbêj kirin.
Piştî civînê bo du salan dê welatê Misrê, Serokatiya Meclîsa Hevkariya Îslamî bike.