Rûsya bikaranîna çekê kîmawî li Şêx Meqsûd şermezar dike

Rûsya bikaranîna xaza kilorê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê şermezar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya bikaranîna xaza kilorê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê şermezar dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji ajansa “Sputniknews” ya rûsiyê re ragihand, ew bikar anîna xaza kilorê ji aliyê rêxistina Ceyş el-Îslam ve li helebê şermezar dikin.

Zaxarova got jî: leşkerên gelek rêxistinên tundrew îsal gelek caran xaza kilorê li Sûriye û Iraqê bikar aniye.

Di êrîşê rêxstina Ceyş el-Îslamê de ser taxa Şêx Meqsûd berî 3 rojan zêdetrî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di 5ê Nîsanê de, grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê wekî Ehrar el-Şam û Cebhet el-Nusra û Ceyş el-Şamê ve taxa Kurdan li Helebê Şêx Meqsûd topbaran dikin û çekên kîmyayî jî bikar anîne.