Kenan: Hilbijartin di herêmên Rêveberiya Xweser de çê nebin
K24 – Qamişlo
Serokê Desteya Navxwe li Kantona Cizîrê tekez dike, hilbijartinên Parlementoya Sûriyê li deverên Rêveberiya Xweser çê nabin.
Serokê Desteya Navxwe li Kantona Cizîrê Kenan Berekat ji K24ê re ragihand û tekez kir, hilbijartinên Parlementoya Sûriyê girêdayî rêjîma Sûriyê ye, ti pêwendiya wan bi hilbijartinên rêjîmê re tune ye.
Berekat got jî: “Biryara Rêveberiya Xweser û Desteya Navxwe ew e, ku ti hilbijartinên Parlementoya Sûriyê di herêmên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk de dê çê nebin.”
Îro Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) jî hilbijartinên Parlementoya Sûriyê baykot kirin û ragihandin ku, li deverên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, hilbijartin nayin encam dan.
Biryar e hibijartinên Parlamentoya Sûriyê di 13ê vê mehê de werin encamdan.