Rûsya:Destê Tirkiyê di şerê li Karabagê de heye

Heta niha bi awayekî fermî Tirkiyê derbarê van îdiayan bersivek ne daye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/00266600-3d56-47f1-8484-170e61ba0240/Karabag.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li Karabagê di navbera Ermenîstan û Ezerbeycanê de beriya çend rojan pevçûn derket û şer dest pê kir. Rûsya Tirkiyê sûcdar dike ku tiliya wê di aloziya di navbera her du welatan de heye. Pisporan ji bo Kurdistan24ê mijar nirxandin.

Ermenîstan û Ezerbeycan bi salanê ji bo Karabagê li hev nakin û di wan rojên dawî de disa di navbera wan de alozî derket. Her çiqas Ermanîstanê di 5ê Nîsanê de agirbest ragihand dibe jî nîqaşên li ser derketin şer û pevçûna hê jî berdewam dike.

Tirkiyê ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser vê aloziyê ji aliyê Rusyê ve hat sûcdarkirin ku, dibe aliyê şer û herwiha aloziya heyî zêdetir dike.

Pisporê Navneteweyî yê yê Zanîngeha Beyazitê Prof. Dr. Mustafa Eravci vê idiaya Rûsya rast nabîne û ji K24ê re wiha got:"Rusya, bi xeyalên împaratoreyê tevdigere û ji ber ve li Karabagê, stratejiyên şer dişopîne. Rûsya, bi alozkirina welatan, dixwaze rola xwe xurt bike. Tirkiyê jî li hemberê wê polîkayên xwe dimeşînin. Ji ber vê Rusya, Tirkiyeyê sûcdar dike."

Wezirê Derve yê Rûsyê di 5ê Nîsanê de, bi daxuyaniyekê da zanîn ku, Tirkiyê, bi piştgiriya Ezerbeycanê dike û bi alîgirî tevdigere.  Herî dawî jî Serokwezîrê Rûsya Dimitri Medvedev Tirkiye sûcdar kir.

Prof. Dr. Mustafa Sitki Bilgîn Pisporê Navneteweyî yê Zanîngeha Beyazitê diyar kir ku, ji Rûsya, ji bo kiryarên xwe yên nebaş veşêre Tirkiyê sûcdar dike û ji K24ê re wiha axifî:"Sedema pirgireka Karabag, Ermenistan û Rûsya ye. Rusya dixwaze li Qefqasyayê bibe desthilatdar û ji ber vê tim pirsgirekan derdixe. Ermenîstan jî Rûsyayê dişopine û polîtikayên Rûsyayê, li Ezerbaycanê pêk tîne. Tirkiyê û Ezerbeycan jî bitifaqî tevdigerin. Lê Tirkiyê hertim aliyê aştiyê digire."

Heta niha bi awayekî fermî Tirkiyê derbarê van îdiayan bersivek ne daye. Lê belê ji ber ku, Ezerbeycan welatekî Tirkî ye, Serokkomarê Tirkiyê, her tim di axaftinên xwe de piştgiriyê dide Azerbeycanê.