Firansa: Me belgeh hene li ser bikarhînan a çek ên kîmîyayî ji alî yê Daişê ve
K24- Hewlêr:
Wezîr ê berevanî ya Firansayê ragehand: Me belgeh ên temam hene li ser bikarhînan a çek ên kîmîyayî ji alî yê Daişê ve.
Jan Lodiryan wezîr ê berevanî ya Firansayê di gotarekê de bo rawêjakar ên serbazî yên Firansayî li Hewlêrê, got: Daiş hemû rêyan bikar dihîne û me belge û girov hene li ser bikarînan a çek ên kîmîyayî ji alî yê Daişê ve li dijî hêz ên hindûrî û xelk ên sivîl.
Ji alîyek a dî ve fermandarekê sûpa yê Firansayê bi ajnas a nçe yên Elmanîyayê ragehandîye: Daişê di hêriş ên xwe de herdû gaz ên Kilor û Xerdel bikar hînane.