Welatİyên Sûriyê Yên Lİ Tirkiyê dijîn ji hilbijartinan bê hêvî ne

Piştî 4 salan careke din hilbijartin têne lidarxistin û niha tiştê herî zêde tê meraqkirin beşdariya di hilbijartinê de ye. Tê çaverêkirin ku beşdariyeke zêde çênebe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/84fde9a1-2756-4ceb-8e9f-172d71828cc5/HilbijatinenSuriye.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li Sûriyê îro,13ê Nîsanê hilbijatinan giştî tên lidarketin û dê gelê Sûriyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Sûriyeyiyên li Tirkiyê penaber derbarê hilbijartinan de nerînên xwe anîn zimên.

Çavên tevahiya cîhanê îro, li Sûriyê ye. ji ber ku li Sûriyê hilbijartinên giştî dê bên lidarxistin û endamên konseya bajêr yên ji 250 kesan pêktê dê werin hilbijartin.

Biryara hilbijartinê, di 22 Sibatê ji aliyê Serokdewletê Sûriyê Beşar Esed ve hatibû ragihand. Dewletên mezin mîna Emerîka û Rûsya hilbijartinan ji nêz ve dişopînin. Emerîka bi rêya Berdevkê  xwe yê Wezaretê Derve Mark Toner helwesta xwe ya derbarê hilbijartinan de diyar kir û got lidarketine Hilbijartinan ne meşrû ye.

Gelo welatiyên Sûriyeyî yên ji ber şer û pevçûnan xwe spartine Tirkiyê derbarê hilbijartinan de çi dibêjin?

Hûseyîn  welatiyekî Sûriyeyî ku, li Enqereyê dijî wiha ji K24ê re nerîna xwe anî ziman:"Li Sûriyê hilbijartin tune ye. ki dewlemend e, ew diçe di parlamentoyê de rûdine û ki dewelemend e, ew dibe Serokkomar. Li Sûriyê, gel naye hilbijartin, serok tê hilbijartin. Li Sûriyê, gel tune ye. Ji ber wê hilbijartin jî tune ye."

Welatiyekî Sûriyî bi navê Yaşar ku, sê roj berê li Sûriyê birindar bûye û bo dermankirina xwe hatiye Tirkiyê. Gava em ji wî re dibêjin li welatê we hilbijartin tê lidarketin û hûn çi difikirin, radibe birana xwe nîşanî me dide û dibêje li birîna min binerin hûn dê zanibin ez çi difikirin derbarê hilbijartinan de.

Yaşar welatiyekî Sûriyeyî ku li Enqereyê dijî wiha ji K24ê re axifî:"Sibê hilbijartin heye, lê dê şer xelas nebe. Herwiha welatên cîhanê diçin Cînevê, lê belê disa jî şer xelas nabe. Çi wext Esad û DAIŞ çûn, şêr jî dê xelas bibe û dê Sûriyê baş bibe. "

Welatiyê bi navê Xelîl jî bi wê hêviyê dijî ku, şerê li welatê wan bi dawî bibe û ew li welatê xwe vegerin lê belê hêviya wî ji hilbijartinê tuneye ku şer bi dawî bike.

Xelîl ku, li Enqereyê dijî wiha ji K24ê re got:"Em li benda xelasbûna vî şerî sekîni ne. Heger şer xelas bibe, em ê vegerin welatê xwe. Lê hilbijartin ne çareseriye û dê Esad dîsa bibe Serokkomar."

Li Sûriyê, di 2012an de hilbijartinên giştî hat lidarxistin û piştî 40 salan cara pêşî gelek partî di hilbijartinan de beşdar dibû . Di wan hilbijartinan de, beşdarî ji sedî 41 bû. Piştî 4 salan careke din hilbijartin têne lidarxistin û niha tiştê herî zêde tê meraqkirin beşdariya di hilbijartinê de ye. Tê çaverêkirin ku beşdariyeke zêde çênebe.