Li Hesekê 40 kesên Kurd xwe ji bo hilbijartinan berbjêr kirine

Berî niha û bi awayeke fermî tevgera Kurdî bi giştî nerazîbûna xwe ji hilbijartinan re ragehandibûn û ew hilbijartin paykotkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/593d80d4-6fe0-47de-beef-604678f8a572/qamishlo%20bas%20la%20bajdarboan.ism/manifest

K24-Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê li taxên Ereban û çarkoşeya ewlehiyê, herwiha taxa Wista ya xiristyanan bi rêve çûn.li Parêzgeha Hesekê jî 40 kesên Kurd xwe berbijêr kirine.

Derbarê wan hilbijartinan Peyamnêrê Kurdistan24 li bajarê Qamişlo ragehand ku, li Parêzgeha Hesekê bi giştî di nav de jî bajarê Qamişlo 500 kesan bûne berbijêr, ji wan 40 kes Kurd hene.

Li gor zanyariyê Peyamnêrê K24ê hilbijartin li taxên Ereban û çarkoşeya ewlehiyê, herwiha taxa Wista ya xiristyanan bi rêve çûn.

Ji aliyê xwe Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Herêma Kurdistanê Cedan Elî ji K24ê re ragehan ku, ew Kurdê xwe bo hilbijartinan berbijêr kirine nûneratiya Kurdan nakin.

Berî niha û bi awayeke fermî tevgera Kurdî bi giştî nerazîbûna xwe ji hilbijartinan re ragehandibûn û ew hilbijartin paykotkirin.