Ebdulbaqî Yûsif: Hilbijartinên Sûriyê ne rewan e

Hilbijartinên Sûriyê îro danê sibehê destpê kirin û heta niha jî berdewamin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6d148568-681a-4324-a094-7b36ec06cc6a/abdulbaqi%20yousf.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê Partiya Yekêtiya Kurd li Sûriyê Ebdulbaqî Yûsif ragehand ku, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê ne rewan e, da zanîn ku, nîvê gelê Sûriyê koçber bûye û yên din jî di nava Sûriyê de derbider bûye.

Derbarê pêkanîna hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê ku, îro, birêve diçin Serkirdeyê Partiya Yekêtiya Kurd li Sûriyê Ebdulbaqî Yûsif ji K24ê re wiha got: "Di encama şerê li Sûriyê 10 milyon kes koçber bûn û 10ê din jî  di nava Sûriyê de derbider bûne.."

Yûsif hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bi ne yasayî û ne rewa binav kir.

Serkirdeyê Partiya Yekêtiya Kurd li Sûriyê Ebdulbaqî Yûsif aşkere kir ku, çareserkirina Sûriyê êdî ne di destê rejîma Sûriyê yan jî Opozîsyona wî welatî de ye. Ew hilbijartin jî bandorê li danûstandinên Cenêv3 nake.

Yûsif diyar kir ku, kandîdkirina hin kesên Kurd ji hilbijartinan ti rewatiyê na de wan hilbijartina.Hilbijartinên Sûriyê îro danê sibehê destpê kirin û heta niha jî berdewamin.